Hindik maye Efrîn ji dar zeytûnan vala bibe

Hinekî maye Efrîn ji dar zeytûnan vala bibe

Bi destûrîya mîlîşyayên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, birrîna dar zeytûnan li herêma Efrînê ya rojava Kurdistanê dewam dike, gihiştiye astekî ku hinek maye herêma dar zeytûnan bê zeytûn bimîne.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li rojava kurdistanê eşkere kirin, bi awayeke sîstematîk, hewên birrîna darên zeytûnan li herêma Efrînê karekî berdewame û mîlîşyayên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê destûrîya birrîna wan dide.

Herweha eşkere kirin, Erebên navçeyên din yên sûryê yên ku paş dagîrkirina Efrînê hatine wê herêmê û lê xwecih bûne, destûrîya birrîna dar zeytûnan ji milîşyayên grûpa bi navê Semerqend, werdigirin.

Armanca birrîna daran ji bo mebesta firoştina wane ku jiber rewşa abûrî ya herî xirab, ew yek kîlograma daran bi qasî 30 lîreyên Sûrî difiroşin.

Her li vê derbarê, nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, ji meha Adara îsal, hewên berfireh yên birrîna daran li navenda herêma Efrînê û sînorê wê dest pê kirine, wexta ku mîlîşyayan dest bi birrîna darên taxa Mehmûdîyê ya navenda Efrînê kirîn.

Pustên heman beş