Terorîstên DAIŞ ê pere dixwazin!

Terorîstên DAIŞ ê li hember serbest berdana xortên kurd pere dixwazin!

Terorîstên DAIŞ ê li hember serbest berdana du xortên kurd, kujmek mezin pere dixwazin!

Roja 26 vê mehê, li bajarê Daqûqê ê ser bi Kerkûkê ve 2 xortên kurd ji aliyê terorîstên DAIŞ ê ve hatbûn revandin.

Yek ji rayedarên Kurd li Daqûqê eşkere kir, terorîstên DAIS ê ji malbatên wan xortên Kurd re gotine, eger ew pereyê ku ew dixwazin bidin dê zarokên wan serbest berdin.

Her wiha ev Rayedarê Kurd dibêje, bi qasî ku malbatên wan xortan dibêjin terorîst kujmek mezin yê pere dixwazin.

Ev cara yekemîn nîne ku terorîstên DAIŞ ê xortên Kurdan li sînorê Kerkûkê direvînin û piştre daxwaza pereyan ji malbatên wan dikin li himber serbest berdana xortên wan.

Pustên heman beş