Li Başûrê Kurdistanê gerîla hatin hedef kirin

Li başûrê wlat balefran gerîla hedef krin

Balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro êrîşê gerîlayên PKK ê li navçeya Xwakurkî ya Başûrê wilat kir û zirarên canî pêre xistin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li başûrê kurdistanê eşkere kirin, îro roja pêncişemî 28/5/2020an, balefirên dewleta Tirkiyê hereketên PKK ê li navçeya Xwakurk hedef kirin û di encamê de, 3 gerîlayan canê xwe ji dest da.

Herweha diyar kir, di êrîşan de, hinek ciyên PKK ê û stargehên wan hatin jinav birin.

Di vê hefteyê de, ev dibe cara sêyemîn balefirên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê li PKK ê dixin û dawî car duh roja çarşemî bû wexta ku 5 gerîlayan canê xwe ji dest day.

Pustên heman beş