PKK’ê 2 Gerîlayên din bi heman awa ji dest dan

PKK’ê 2 Gerîlayên din bi heman awa ji dest dan

Balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê careke din pêgehên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê hedef kirin û zirarên canî pêre xistin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê dest nîşan kirin, ji duh ve, balefirên dewleta Tirkiyê êrîşê hejmareke navçeyan kirine û zirarên canî ghîştine Gerîlayên PKK’ê.

Êrîşa yekem duh roja înî 29/5/2020an bû wexta ku balefiran devera Garey bordoman kirî ku du moşek li sînorê gundê Geverkê yê girêday navçeya Çemankê dabûn.

Her wiha eşkere kirin, îro jî balefiran navçeya Avaşîn hedef kirîye û 2 Gerîlayên PKK’ê li wir canê xwe winda kirin, êrîşa Avaşînê bi rêya balefirên te’qîbê yên bê pîlot hatine encam dayîn.

Pustên heman beş