Di bordomana Tirkiyê de 2 hemwilatiyên Dihokê şehîd ketin

Di bordomana Tirkiyê de 2 hemwilatiyên Dihokê şehîd ketin

Bi sedema êrîşên balefirên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro 2 hemwilatî li Başûrê Kurdistanê şehîd ketin ku xorteke û bavê xwe ne.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja şemî 30/5/2020an, balefirên dewleta Tirkiyê 2 moşek li navçeya bi navê “Gerafkê” dane ku dikeve aqarê gundê Hêtîtê yê girêday navçeya Dêrelokê û bi wê sedemê 2 hemwilatiyên sivîl şehîd ketin.

Her wiha dest nîşan kirin, ev êrîş li demjimêr 7:00ê serê sibê çêbûye û bi sedema vê êrîşê du hemulatî bi navê  “Seyd Celal Hihyeddîn û kurê wî Ehmed” şehîd ketine.

Çavkaniyên “Darka Mazî” li derbara wan herdu hemwilatîyan amaje kirin ku ew di esasê de Kurdên Bakurê Kurdistanê ne, di berê de hatibûn nava hoza Nêrwe li Başûrê wilat û ew ji gundê bi navê “Bîbo” tên hesab kirin.

Ciyê ku ev xort û bavê xwe lê şehîd ketine, li jêr destihlata Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de ye.

Pustên heman beş