Piştî 3 mehan deriyê Sêmalka hat vekirin

Piştî 3 mehan deriyê Sêmalka hat vekirin

Îro yekemîn karwanê sivîlan, ku li Herêma Kurdistanê asê mabȗn, derbasî Rojava dibin piştî nêzî 3 mehan.

Desteya Tenduristiyê têsta PCR ji hemû welatiyên, ku îro derbas bȗn re çêkir. Herwiha daxwaz ji wan kir, ku li malên xwe di kerintiyê de bimînin.

Nêzî 400 kesên ku jiber tedbîrên rȗbirȗbȗna belavbûna vayrosa korona li Herêma Kurdistanê bi mehan asê mabȗn, îro vedigerin Rojava.

Desteya Tenderustiyê di Rêveberiya Xweser de, 3 xalên pizîşkî li Sêmalka belav kirine ȗ çi kesê ku derbasî aliyê Rojava dibe pileya germahiya laşê wî tê girtin ȗ têsta PCR jêre çêdikin .

Girtina dergehê sînorî yê dinavbera başûr û rojava Kurdistanê de, bo sedema ku bi hezaran xelkên Rojava ku salane di meha Adarê de serdana malbatên xwe dikin, li Başûr ȗ Rojava asê bimînin.

Derbarê vê yekê berpirsê dergehê Sêmalka dide zanîn, kesên ku ji Ewropayê hatine ȗ li Rojava asê mane, biryar wan li xwe nagire, lê dibe ku di demên bê de çareseriyek ji wan re were dîtin .

Di 14 adara 2020an de, dergehê Sêmalka li pêş tevgera welatiyan hate girtin û di encamê de bi hezaran xelk li Rojava û Başûr asê man.

Piştî nêzî 3 mehan, biryar bi vekirina Sêmalka li pêş vegera xelkên Rojava jibo malên wan hate ragihandin, lê bi tenê 6 rojan dergeh dê vekirî bimîne û pêşbînî tê kirin ku ji 1500 ta 2000 kes li ser dirêjahiya vê demê de derbasî Rojava bibin.

Pustên heman beş