Li Amedê 2 şikbar hatin girtin

Li Amedê 2 şikbar hatin girtin

Der barê êrîşa kuştina polîs Atakan Arslan ku li Baxlara navçeya Amedê hatibû kuştin da 2 şikbar hatin girtin.

Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê polîs Atakan Arslan û polîsên li gel wî li taxa 5ê Nîsanê ji hin kesan ketin şikê û xwestin nasnameya wan kontrol bikin. Di wê demê da ji wan kesan yekî gule berda polîsan û Arslan kuşt.

Piştî kuştina Arslan operasyon hat kirin şikbar û M.A. û F.A. yên li cem êrîşkar bûn hatin binçavkirin.

Duh li taxa 5ê Nîsanê dora saet 15.00an da ekîba polîsan ji hin kesan ketibûn şikê û xwestibûn nasnameya wan kontrol bikin. Di wê demê da ji wan kesan yekî bi demançeya xwe va gule berdabû polîsan û Atakan Arslan giran birîndar bûbû, piştre Arslan rakiribûn nexweşxaneyê lê canê xwe ji dest da.

Pustên heman beş