Peyama Ji Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Peyama Ji Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Bi boneya  45 salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî sserokê Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê arasteya serkirdatîtî, endam û cemawerê wê hizbê kir.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Birêzan Hevserokan û Encumena Bilinda Siyasî û Berjewendî û Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Li 45. salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê da, pîrozbahiyê li we yên birêz û serkirdayetî û tevahiya endaman û cemawerê YNK dikim, hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, beşeke girîngê tevgera rizgarîxwaziya Kurdistane, li gel Partiya Demokrata Kurdistanê û aliyên din da, hevbeşê serekîbûne li destkeftan û proseya siyasî û binyatnana damezraweyên Herêma Kurdistanê û li pejirandina mafên gelê Kurdistanê li destûra Iraqê da.

Niha jî di demek da Herêma Kurdistanî wekî Iraq û navçeyê, rûbirûyê rewşeke hestiyar û gefên mezin bûye, li hemû demekê zêdetir pêwîstiya me bi tebayî, karê hevbeş û yekrêziyê heye ku take rêya serkeftin û bingeha hemû destkeftane. Li berê da hevkarî û hemahengiya Serok Mam Celal ku îro bi rêz ve bi bîr tînîn, li gel Serok Mesûd Barzanî, nîşana wê rastiyê ne.

ji bo aramiya siyasî û yekhelwestiya li ser pirsên serekiyên gelê Kurdistanê, derbaskirina serkeftiyane rewşeke, parastina qewareya destûra Herêma Kurdistanê û desteberkirina mafên destûriyên gelê Kurdistanê, Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel hemû aliyan û pêkhatan li hewlên xwe de berdewam dibê, çaverêya helwesta Kurdistaniyan jî li hemûyan dikîn.

Li vê salvegerê da silav ji bo giyanê şehîdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ku canê xwe bi navê azadiya gelê xwe da gorî kirin, serê rêz û hûrmetê jî li ber wan da ditewînîn û silav û rêz ji bo malbatên wan yên serbilind re dişînîn.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31.05.2020

Pustên heman beş