Piştî 27 salan vegeriyan gundê xwe

laçîkanê

Welatiyên ku gundê xwe terikandibûn vegeriyan axa xwe.

Li Mûşê di sala 1993an de gundiyên laçîkanê ji ber şer û pevçûnên dinavbera dewleta Tirkiyê u Gerîlayên PKK ê de gundê xwe terikandibûn, Niha piştî 27 salan vedigerin ser axa xwe û dest bi avakirina gund û xwedîkirina heywanan kir.

Gundê Laçîkanê ser bi herêma Şenyaylaya Mûşê ye.

Di sala 1993an de ji ber şerê PKK ê digel dewleta Tirkiyê gund hatibû terikandin.

Ji ser koça wan 27 sal derbas bûn lê gundê xwe hêj ji bîr nekirine, gelek ji gundiyan  bi taybetî jî ji bo karê çandîniyê tên gund.

Hejmareke guniyan  ji niha ve ji xwe re xaniyên nû didin çêkirin.

Pustên heman beş