Bariş Çakan kurdekî 20 salî xelkê navçeya Patnosa Agiriya Bakurê Kurdistanê ye û li Enqerê dijî, ew ji ber guhdarkirina muzîka Kurdî, ji aliyê çend kesan bi derbên kêran li paytexta Tirkiyê hatiye kuştin.
Bariş Çakan nîştecihê taxa Alsancaka bajarokê Etmesguta Enqerê ye, Cenazeyê Bariş Çakan îro li goristana Elvenkenta Enqerê hat veşartin.
Li gorey îdîayekê dema Bariş li şaneşîna mala xwe guhdariya sitranên kurdî dikir sê kesên di temenê wî de ew gazî kirine berderê û ew dane ber çeqûyan û kuştiye .
Yek ji mirovên Bariş Çakan ê bi navê Şeref Bitlîsî dibêje: “li gorî gotna malbatê û nasan wî û hevalê wî yê ji Qersê muzîka Kurdî guhdar kirine û kesên din jî jê aciz bûne, şer derketye û hevalê wî yê Qersê revyaye û ew bi tenê maye û hatine kêr li dilê wî dane û ew kuştine.”
Kuştina wî ciwanê Kurd karvedaneke mezin li pey xwe anî û waliyê Enqerê jî bi daxuyaniyekê red kir ku Bariş ji ber kurdî hatbe kuştin, beşek kes û karên Bariş Çakan jî gotnên walî weke rastiyê meselê dibînin.
Derbarê bûyerê de serokê komeleya Patnosiyan dibêje: “hevalekî wî ji qersê gazî kiriye û gotiye deh deqa were jêr. Berê husumetayê qersî û wan kesa hebûye, guhdariya muzîkê dikin qersî ji wan re dibêje mela bang dide dengê muzîkê kêm bikin, ew jî dibêjin ‘ma tu kîyî dînê me nîşanê me bidî?’ du kulma li yê Qersî didin. Piştî ku ew kesê ji Qersê direve tên gencê me didin ber kêra.”
Hevalê Bariş Çakan ê bi navê Ozgur Serhedî jî got: “ez dewleta Tirkiyê şermezar dikim. Her roj me dikujin niha jî endamê wan me dikujin. Weke seydayê Cegerxwîn dibêje ‘eger em nebin yek emê wiha herin yek bi yek”.
Li gorî agahiyan Bariş Çakan ji aliyê kesên we hatiye kuştin û 2 kêr li ser dilê wî 5 kiê jî li bedana wî ketine.