Cotkarên Rojava Kurdistanê dinavbera rejîma Sûriyê û rêveberiya xweser de

Cotkarên Rojava Kurdistanê dinavbera rejîma Sûriyê û rêveberiya xweser de

Li Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya xweser ji bo her kîloya genimê cotkaran 315 lîreyên Sûrî û hikûmeta Sûriyê jî 400 lîre destinîşan kirîne, lê cotkarên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, herdu nirx jî nebaşn û ew bi mûsma xwe re westîyane û kî pereyên zêd bide, emî genimê xwe bi wî re bifiroşîn.

Cotkarên rojava kurdistanê dibêjin: “em bi mûsmê xwe re westîyan, lewma kî pereyên zêd bide, emê berhemê xwe bidin wan. Ev nirxê destnîşan kirî ne li gor ked û westana me ye, em feqîrin û em li pey rizqê xwe û zarokên xwe ne, kî baştir bide em dê genimê xwe bidin wan. Em gelek bi genim westîyan.”

Cotkarên rojava herweha dibêjin: “herdu nirxên hatî diyar kirin pir kêmin. Em feqîrin. Her tişt biha bûye. Em dixwazin herî kêm nirx bibe 500 lîre, kî zêdetir bide em dê genim xwe bidin wan.”

Rêveberiya xweser 25 navendên kirîna genim destnîşan kirine ji 27 meha derbasbûyî ve dest bi kirîna genimê dêrezor û reqayê kir û ji 1ê vê mehê ve jî dest bi kirîna genimê Cizîra Rojavayê Kurdistanê kir û heya niha ji tevahiya deverên di bin desthilata wê de 22 hezar ton kiriye.

Hevserokê desteya aborî û çandinîyê ya rêveberiya xweser Selman Barûdo jî diyar kir ku nirxê genim weke 315 lîre hatîye destnîşankirin û zêdetir nakin û da zanîn ku ji bo hikûmeta Sûriyê genim dernexe deverên li derveyî desthilata rêveberiyê, ew dê baca gumirkî blind bikin û ji 10 hezar lîreyan bikin 20 hezar lîre.

Sala derbasbûyî berhemê deverên rêveberiya xweser1 milyon ton bû û rêveberiya xweser tenê 550 hezar ton kirîn. Lê îsal Rûsya rêya m4ê jî vekiriye da ku hikûmeta Sûriyê bi hêsanî genim bikire û bibe parêzgehên dinên Sûriyê.

Pustên heman beş