Fermandarê giştî yê feyleqa Qudsê a ser bi spayê pasdarên Îranê, îro gihiştîye Bexdayê, ev yek hemwexte li gel serdana Lahor Şêx Cengî, hevserokê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê.
Îsma’îl Qaanî, fermandarê feyleqa Qudsê a girêdayî spayê pasdarên Îranê, îro roja çarşemî 3/6/2020an gihiştîye Bexda paytexta Îraqê, Qaanî li gel wî şandê Îranê hatîye ku îro bi seroktîya wezîrê wuzê gihîştine.
Medyaya Îraqê dest nîşan kirine ku Qaanî bi fermî daxwaza vîzeya Îraqê ji wezareta karên derve kirbû.
Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, Lahor Şêx Cengî Hevserokê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê jî îro serdana Bexdayê kirîye, ev serdan hemwexta gihîştina Îsma’îl Qaanî bû.
Lahor şêx cengî li Bexdayê li gel Serokê parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî civîyaye û herweha wê li gel hinek rayedarên din yên Îraqê bicive.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirine, Lahor Şêx Cengî û Îsma’îl Qaanî wê li Bexdayê bicivin.
Paş kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê berê yê spayê pasdaran li nêzî balefirxaneya Bexdayê, raberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, Îsma’îl Qaanî li wê postê wezîfedar kir, ev jî dibe serdana duyem ya vî Rayedarê berz ê îranî ji bo Îraqê.