Di pevçûnekê de ku îro li bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê çêbûye, gerîlayên PKK ê û arteşa Tirkiyê li hev xist, du gerîlayan canê xwe wenda kir.
Çavkaniyên Pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja çarşemî rêkeftî 3/6/2020an li bajarê Bidlîsê ê Bakurê Kurdistanê, şer di navbera Gerîlayên PKK ê û cendermeyên Tirkiyê de qewimî.
Dest nîşan kir, li gundewarên parêzgeha Bidlîsê, operasyonek ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê hat encam dayîn û têde 2 gerîlayên PKK ê canê xwe wenda kir û hinek gerîlayên din brîndar bûn.
Hat ragihandin ku heya niha jî operasyona dewleta Tirkiyê li navçeyê di dome.