Li Çinara navçeya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera 2 malbatên xizmên hev de, şerê çekdarî derket, 3 kes hatin kuştin, 7 kes birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Bakurê Kurdistanê, li şeva derbas bûyî, li taxa Fatîhê ji ber nakokî ya erdan di navbera 2 malbatan de nîqaş derket, piştre ev nîqaş dibe şerê çekdarî û 10 kes tên kuştin û birîndar kirin.
Di şerê van malbatan de ku xizim û nasyarên hevin, 3 kesan can xwe winda kir, 7 kes brîndar ketine, birîna 2 ji wan girane.
Birîndar bi destê tîmên tenduristiyê yên 112 bilez ji bo nexweşxaneya Çinarê hatin veguhastin û hêzên ewlekariyê jî li taxê tedbîrên berifreh wergirtin