Her ku diçe zirarên canî yên Partîya Karkerên Kurdistanê jiber êrîşên berdewam yên arteşa dagîrkar a Tirkiyê, li Başûr û Bakurê welat zêdetir dibin, PKK ê li meha rabûrî 78 gerîlayên xwe ji dest da ne.
Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî”, di meha rabûrî de, bi sedema êrîşên asîmanî û bejahî yên arteşa Tirkiyê li Başûr û Bakurê Kurdistanê, 78 gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest da ne.
Her li vê mehê de, ji sercema gerîlayên hedef kirî, 12 gerîlayên ku di lîsta te’qîba dewletê a reng pirteqalî û gewr de, hatine berteref kirin.
Li başûrê welat, zirarên êrîşên Tirkiyê li ser PKK ê gihane hemwilatiyên sivîl, herî kêm 3 kesan canê xwe winda kirîye û keçeka temen 13 sal bi gulleyên raste rast yên PKK ê birîndar ketine.