Tirkiyê gundê Bêşîlê bordoman kir

Tirkiyê gundê Bêşîlê bordoman kir

Balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê careke din êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin, sînorê gundê bi navê bêşîlê hedef kirîye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja pêncişemî 4/6/2020an, balefirên ceng yên Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de li navçeya kanî masê, sînorê gundê Bêşîlê bordoman kirîye.

Herweha dest nîşan kirin, balefiran li demjimêr 12:30ê nîvrojê, moşekek li geliyê Dîra ê gundê Bêşîlê li navçeya kanî masê daye, lê belê tu agahî li derbara hebûna zirarên canî nehatin bi dest xistin, ev yek bûye sedema derketina tirsê li cem şêniyên gund.

Ji destpêka vê salê ve, Tirkiyê êrîşên xwe li ser Partîya Karkerên Kurdistanê li Başûr û Bakurê welat zehif kirine, PKK ê jî ji bo ku xwe ji te’qîba balefiran bi parêze, hereketên gerîlayên xwe xistine nava gundan de û hemwilatî ji vê hengava PKK ê pirr dilgiranin.

Pustên heman beş