Parlamentoya Tirkiyê di civîna xweya îro de, parlamenteriya du parlamenterên HDP ê û parlamenterekî CHP ê hilweşand.
Li gorey zanyariyan, parlamenteriya Enîs Berberogluyê parlamenterê Stenbolê yê CHP ê, Leyla Guven a parlamentera Hekariyê ya HDP ê û Musa Farisogullariyê parlamenterê Diyarbekirê yê HDP ê ji layê parlamentoya Tirkiyê ve hatin betalkirin.
Biryara hilweşandina parlamenteriya wan hersê kesan li ser tezkereyên derbarê wan de hat dan.
Ji ber ku der barê Enîs Berberogluyê CHP ê û Leyla Guven û Musa Farisogullariyê HDP ê da biryarên dadgehê hene û ceza xwarine di lijneya giştî ya meclisê da tezkereyên serokomariyê yên der barê wan da hatin xwendin û pêşkêşkirin.
Piştî ku biryar ji aliyê desteya serokatiya parlamentoyê ve hat xwandin, parlamenterên CHP ê û HDP ê li ser maseyên xwe xistin û nerazîbûn nîşan dan.
Enîs Berberogluyê parlamenterê Stenbolê yê CHP ji ber sûça “bi mebesta sîxuriya eskerî û siyasî eşkerekirina agahiyên ku divê ji bona ewlehiya dewletê û berjewendiyên siyasî yên li derva û li nav welat veşartî bimînin” 5 sal 10 meh cezayê hepsê xwaribû.
Musa Farisogullari yê parlamenterê Diyarbekir ê yê HDP ê ji ber sûça “endamtiya di nava KCK ê de” 9 sal û Leyla Guven a parlamentera Hekariyê ya HDP ê ji ber heman sûçî 6 sal û 3 meh cezayê hepsê xwaribû.
Herdu parlamenterên hidpê leyla guven û musa farsoglullar ku nha parlamenterya wan hatye hilweşandin, pêştir di 24ê îlona 2019an de cezayê girtîgehê bi ser wan de hatbû sepandin.
Ev yekemîn care ku di xûla 27an a parlamentoya Tirkiyê de, parlamenteriya çend parlamenteran tê hilweşandin.
Bi van biryaran hejmara parlamenterên CHP ê ji 139an daket 138an û ya HDP ê jî ji 60an daket 58an.