Asayîşa PYD ê gulle berdan xwepêşanderan

Asayîşa PYD ê gulle berdan xwepêşanderan

Di xwepêşandanekê de ku gelê nerazî li bajarokê Şedadîyê yê gundewarê Hesekê pêkanîye, xwepêşanderek bi dest asayîşa PYD ê tê kuştin.

Li gor zanyarî yên pêgeha Darka Mazî ku li çavkaniyên xwe li rojava kurdistanê bi dest xistîne, îro roja pêncişemî 4/6/2020an li bajarokê Şedadîyê yê gundewarê Hesekê, bi dehan hemwelatî derketin caddeyan û bi sedema rewşa abûrî ya xera û giranbûna bihayê bazaran xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşanderan hinek rêyên sereke yên navenda bajar daxistin û agir berdan tayerên erebeyan.

Herweha hat destnîşankirin, asayîşa Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD ê ku ev bajarok li jêr desthilatdariya wê de ye, ji bo belave pê kirina xwepêşanderan gulle berdan wan.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir, bi sedema gulleyên asayîşa PYD ê, xwepêşanderek hat kuştin û 10 xwepêşanderên din jî brîndar bûn ku rewşa saxlemiya hinek ji wan di niha de cêgîr nîne.

Pustên heman beş