Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro 21 kes bi koronayê mirin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di heyma rojekê de 21 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û 988 kes jî bi koronayê ketin. Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa koronaya nû COVID-19 aşkere kirin. Li gor zanyariyên ku Fahrettîn Koca belav kirine, di maweyê 24 demjimêran de 21 kesan bi COVID-19ê canê xwe ji dest dan û 988 jî bi wê vîrusê ketin û 926 kes jî baş bûn. Li gel dawîn amaran, hejmara pêketiyên koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gihişt 167 hezar û 410 kesan û hejmara qurbaniyên koronayê jî gihişt 4 hezar û 630 kesan. Li gor daxuyaniya Koca heta niha 131 hezar û 778 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne. Herwiha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 602 ji nexweşên COVID-19 jî li nexweşxaneyan di jêr çavdêriya hûr de ne.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di heyma rojekê de 21 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û 988 kes jî bi koronayê ketin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa koronaya nû COVID-19 aşkere kirin.

Li gor zanyariyên ku Fahrettîn Koca belav kirine, di maweyê 24 demjimêran de 21 kesan bi COVID-19ê canê xwe ji dest dan û 988 jî bi wê vîrusê ketin û 926 kes jî baş bûn.

Li gel dawîn amaran, hejmara pêketiyên koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gihişt 167 hezar û 410 kesan û hejmara qurbaniyên koronayê jî gihişt 4 hezar û 630 kesan.

Li gor daxuyaniya Koca heta niha 131 hezar û 778 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.

Herwiha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 602 ji nexweşên COVID-19 jî li nexweşxaneyan di jêr çavdêriya hûr de ne.

Pustên heman beş