Kolberek Kurd hat kuştin û herî kêm 3 kolber jî hatin birîndarkirin
Ji ber teqeya rasterast a Spaya Pasdarên Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li nêzîkî Serdeştê kolberek hat kuştin û herî kêm 3 Kolber jî birîndar bûne.
Malpera Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê îro roja şemiyê 06.06.2020an di raportekê de da zanîn hêzên Spaya Pasdarên Komara Îslmaî ya Îranê komeke kolberên Kurd gulebaran kiriye û di encama wê êrîşê de kolberek miriye û 3 Kolber jî birîndar bûne.
Ligor raporta Hengawê navê kolberê koça dawî kiriye Umer Meslehetî ye û xelkê gundê Bêlûkê yê Serdeştê û navên du kolberên birîndar bûne jî wiha ne; Ebdulrehman Şeqayeqî û Umîd Kûşiyar e. Herwiha navê kolberê din ê birîndar nehatiye zanîn.
Li aliyê din di beşeke din raportê jî de hatiye ragihandin îhtîmala wê yekê heye ku jimara nexweşên birîndaran zêde bibin.
Ligor amarên Hengawê di nava meha Gulanê de 12 kolber hatine kuştin û 24 Kolber jî hatine birîndarkirin.
Hêjayî gotinê ye Spaya Pasdarên Îranê rojane êrîşî kolberên kurd dike.