Cesedê keçekê li Efrînê tê dîtin

Cesedê keçekê li Efrînê tê dîtin

Cesedê keçeke Kurd ya herêma Efrînê li Rojava Kurdistanê, îro serê sibê li sînorê bajarê Ezazê tê dîtin ku bi dest mîlîşyayên dewleta dagîrker ya Tirk hatîye şehîd kirin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, îro roja yekşemî 7/6/2020an, cesedê keçeke Kurd ya gundê bi navê “Derwêş” yê navçeya şerayê girêdayî herêma Efrînê hat dîtin ku bi dest mîlîşyayên dewleta Tirk hatîye şehîd kirin.

Her wiha dest nîşan kirin, ev keçe li 18 meha rabûrî ji aliyê mîlîşyayên “sultan Murad” ya girêdayî arteşa Tirkiyê hatbû revandin, îro jî cesedê wê hat dîtin.

Xelkê navçeyê ku pêzanîn dane çavkaniyên “Darka Mazî” dibêjin: çekdarekî mîlîşyayên Sultan Murad berya mehekê ji wê keçê xwest bû pêre bizewice, keçê jî refiz kir ew karekî wiha bke, lewma ji aliyê çekdar ve tê revandin û bi zorî bi xwe re zewcandibû.

Çavkanîyan eşkere kir, îro roja yekşemî, cesedê wê keçê li sînorê gundekî nêzî bajarokê Ezazê yê Bakurê Helebê hat dîtin ku bi awayekî hov hatîye şehîd kirin.

Cesedê keçekê li Efrînê tê dîtin

Pustên heman beş