Balefrên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro navçeya avaşînê li Herêma Başûrê Kurdistanê hedef kir û zirarên canî yên mezin bi PKK ê xistin.
Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, îro roja yekşemî 7/6/2020an, balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, di te’qîba hereketên PKK ê de, navçeya Avaşîn hedef kir û 4 gerîlayên PKK ê jiyana xwe ji dest da.
Herweha eşkere kir, paş êrîşan firînên balefiran li asîmanê Avaşînê dewam dikir.
Êrîşên îro li demekê ne ku hêzên parastina gel HPG ê baskê leşkirî yê PKK ê tu daxweyanî li derbara ji dest dana wan 4 gerîlayan nedane.
Li gor amarekî di meha rabûrî de, PKK ê 78 gerîlayên xwe di êrîşên balefiran de li başûr û Bakurê wilat ji dest dane.