Hevseroka encûmena Sûryaya demokratîk ragihand ku di demên nêz de çareser ji bo Sûriyê tune ne û eşkere kir ku Tirkiye li ser guherîna demografiyê berdewame.
Îlham Ehmed di civîna encûmena giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê de li derbara aloziya Sûriyê axvî û wiha got: “derfeta dîtna çareseriyê di demên nêz de kême û em di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn re derbas dibin, ev rewş ne tenê li sûryê ye, lê rewşeke navneteweyî û rojhilata navîne, tu çareserî di demên nêz de dernakevin, lê belê dê demên dirêj dewam bike”.
Di mijara hewlên dewleta dagîrker ya Tirkiyê li Rojava Kurdistanê, hevserok encûmena Sûryaya demokratîk eşkere kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk li Sûriyê ku welat parçe bike û got: “dema Tirkiyê dît ku çete nikarin ajandayên wê li herêmê pêk bînin bi awayekî yekser derbasî Cerablus, Babê bû û Efrîn dagîr kir da ku di asta yekemîn de pirojeya me bi bin bixe”.
Îlham Ehmed wiha gotina xwe bi dawî kir: “Tirkiye dibêje ku ew yekîtîya xaka Sûriyê diparêze, lê rastî berovajî vê yekê îsbat dike, dibistanên Tirkiyê li Cerablusê vekirî ne û guhertina demografiyê ya li Efrînê piştrast dike ku armanca Tirkiyê parçekirine”.