Pêlavên dije vîrusa Korona

Solên dije vîrusa Korona

Di demekî de ku dixtor û rayedarên tenduristiyê li welatên cuda xelkê han didin ji bo xwe parêzî û ji hev dorketina civakî daku bikarin xwe ji vîrusa Korona biparêzin, yek ji çêkerên sola li welatê Romania pêlavek çêkiriye ku dibe sedema ji hev dûrketina mirovan, xwe eger wan ji hev dûr ketin ji bîr kiribe jî.

Grigori Lob li bajarokê Naboka ku dikeve 500 KM bajarê Buxarist a paytexta vî welatî jiyan dike, ew kariye di kargeha xwe a biçûk de pêlavekê çîbike ku dirêjahiya wê 75 sentîmetrin û bi vê rêyê astengekê ji bo ji hev nêzîkbûna kesa dirust dike.

Ev pêlava çermî ku bi dest hatiye dirust kirin bala medyayên cuda yên cîhanê bi xwe kişandiye û daxwazî ji bo bi dest xwe xistin û kirîna vê pêlavê li seranserî cîhanê ji bo wî çûne.

Li gorey datayên niha li ber dest pêtir ji 7 milyon kes li cîhanê bi vîrusa Korona ketine û nêzî 403 hezar kesa jî bi vê vîrusê heya niha canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş