Mîlîşyayên Tirkiyê bi ser malên kurdan de digrin

Mîlîşyayên Tirkiyê bi ser malên kurdan de digrin

Mîlîşyayên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê li rojava kurdistanê, bi ser malên hemwelatiyan de digrin û hejmareke kesan li Girê Sipîyê bin çav kirine.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, îro roja sêşemî 9/6/22020an, hejmareke çekdarên mîlîşya bi navê “Bereya Şamîye” a girêdayî Tirkiyê, bi ser gundên ‘Ên ‘Eros û Bedî’ li sînorê bajarokê Girê sipîyê de girtine.

Herweha dest nîşan kirin, 35 hemwelatiyên sivîl li wan 2 gundan bi dest çekdaran hatine bin çav kirin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” ji gelê navçeyê haydar bû ku çekdarên “Bereya Şamîye” bi cînayeta têkilya bi HSD ê ev 35 kes bin çav kirine.

Pustên heman beş