Balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro herêmên Zapê û Heftenînê hedef kirin, 8 gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dan.
Her ku diçe zirarên PKK ê yên canî ji sedema êrîşên hewayî yên dewleta dagîrkar ya Tirk pêtir dibe, PKK ku êdî nikare gerîlayên xwe ji teknolojiya pêşketî ya Tirkiyê biparêze, her roj gerîlayên xwe rastî helaketê dike.
Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, îro roja çarşemî 10/6/2020an, balefirên bê pîlot yên dewleta Tirkiyê, di te’qîba hereketên PKK ê de, herêmên Zapê û Heftenînê hedef kirin.
Di êrîşan de, 8 gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dan, hinek ciyên gerîlayan hatin ji nav birin.
Ji serê vê mehê ve, pêtir ji 20 gerîlayên PKK ê di êrîşên hewayî yên Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dane, hinek ji wan fermandar bûne, lê belê PKK bi tu awayî bas li van zirarên canî nake û di tolhildana gerîlayên xwe de, êrîşan li ser ciyên sivîl li Bakurê wilat pêk tîne, weke êrîşa duh ya li ser rêya wanê, wexta ku otobîseke kasibkaran teqandî.