ENKSyê: Rêkeftina me bi PYDyê re çawa xizmeta doza Kurdî dike wesa jî xizmeta pirsa Sûriyê dike

ENKSyê ragehand, ka çawa rêkeftina bi PYDyê re xizmeta doza Kurdî dike wesa jî xizmeta pirsa Sûriyê dike.
Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê di daxuyanîyekî de berisva hejmareka kesayetî û berpirsên dijberîya Sûriyê da, ku wan dijatîya nêzîkatîya PYDyê û Encûmenê kiribû.
ENKSyê bersiv bi daxuyanîyekî da û got: Rêkeftin û nêzîkiya wan li gel PYDyê bi çi ast xizmeta doseya kurdî dike weha jî xizmeta Sûryê dike û derî li pêşîya tevahîya pêkhateyên Sûrî vedike heya alîkar û hevbeşbin di xizmeta xelkê navçeyê de .
Di daxuyaniya xwe de ENKSyê ragihand: Beşdariya tevahiya pêkhateyên Sûrî bo parastina navçeyê cihê dil aramiyê ye û wê piştevanek be bo dijberîyê û çareya sîyasî li welatê wan .
Tekez kir jî, ti alî nekarin gomanan li ser rêbaza Encûmenê durist biken. Ew ji destpêka kirîza Sûriyê li dijî zordariyê û nejadperestîyê xebatê dikin.