Bi sedema ketina gulle topekê bi erebeya wan, 4 leşkirên arteşa Îraqê, li bajarê Kerkûkê tên kuştin û birîndar kirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê dest nîşan kirin, îro roja pêncişemî 11/6/2020an, arteşa Îraqê li gundê “‘Etşane” yê sînorê navçeya Daqûqê ya başûrê Kerkûkê, rastî êrîşeke dijwar hatin.
Eşker kir, gulle topek bi erebeyeka lîwaya 45 ya arteşa Îraqê ket, leşkirekî her rast canê xwe ji dest da û 3 leşkirên din bi giranî birîndar ketine.
Şaneya medyayî ya arteşa Îraqê li vê derbarê de eşkere kir, leşkirên wan ku di vê êrîşê de bûne qurban, di erebeyeke Hemer de bûn û tu amaje bi aliyê ku ev êrîş pêkanî nekirîye.