Li van 2 bajarên Kurdistanê 22 endamên PKK’ê hatin girtin

Li van 2 bajarên Kurdistanê 22 endamên PKK’ê hatin girtin

Hêzên ewlekariyê yên dewleta dagîrker ya Tirkiyê, îro ji bo lêgerînê li endamên PKK’ê, operasyon li ser 36 nav û nîşanan li Amedê pêkanîn û 22 şikbar bin çav kirin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja pêncşemî 11/6/2020an, serdozgeriya komarê ya Amedê, li dijî kesên ku li der barê wan de agahî hat hildan û li ser navê PKK’ê çalakî kirine û xebat meşandine, lêprisîn da dest pê kirin.

Her wiha dest nîşan kirin, hêzên şaxa têkoşîna li djî terorê ya rêvebrîya ewlekarîya Amedê û bajarekî din operasyona hemwext birin ser 36 nav û nîşanan.

Di operasyonê de 22 şikbar hatin bin çav kirin, di lêgerîna nav û nîşanan de hinek çek û hejmareke dokyomentên PKK’ê dest bi ser de hat girtin.

Pustên heman beş