Şênî yên rojava dikarin rojên yekşemî û çarşemî vegerin

Şênî yên rojava dikarin rojên yekşemî û çarşemî vegerin

Şênî yên rojava kurdistanê yên ku bi serdan hatibûn Başûrê Kurdistanê û ji ber rewşa ji egerê vîrusa Korona peyda bûy li herêma kurdistanê asê mabûn, dikarin di herdu rojên yekşemî û çarşemî de vegerin.

Ew şênî yên rojava ku li hewlêr û Silêmaniyê ne, wê li çemê ku di navbera hewlêr û Duhokê deye, kom bbin, piştre ji wir ewê ji bo deriyê Pêşabûrê werin birin û wê derbasî rojavayê kurdistanê bibin.

Hemwelatiyên ku li Duhokê ne, dikarin rasterast biçin ser sînor û derbas bibin.

Kesên ji hewlêr û Silêmanî biçin, pêwîste saet 08.00 serê sibê li seytera çemê amade bibin.

Pustên heman beş