Endamê komîteya rêvebera PKK’ê, Duran Kalkan ragihand, pêngava tolhildana “Qasim Engîn” fermandarê ku li meha rabûrî di êrîşeke Tirkiyê de li Başûrê wilat, canê xwe ji dest day, wê were dest pê kirin.
Duran Kalkan îro roja şemî 13/6/2020an daxweyanî ji bo ajansa ANFê ya PKK’ê daye û dibêje: “Şehîdbûna endamê komîteya navendîya PKK’ê “Qasim Engîn” bûye sedema êş û hêrseke mezin”.
Kalkan got: “Ez bawer dikim di pêvajoya pêş de, wê pêngava tolhildanê ya Qasim Engîn pêk were, di serî de partî û pêşengîya Gerîla, hemû ciwan û jin, gelê meyê wilatparêz û dostên me, hemû hêzên demokratîk ji bo ku pêngava şoreşgera Qasim Engîn bi ser bixin li hemû qadan wê faşîzima AKPê-MHPê hilweşînin”.
Ev daxweyanîya Kalkan dihête wê watayê ku ew bi xwe jî pişt rast nîne kanê wê pêngava tolihdana “Qasim Engîn” pêk were yan na, ji ber ku ew dibêje: “Ez bawerim ku di pêvajoya pêş de wê were dest pê kirin”, anku bi pişt rastî ve nabêje ku emê tolê hildin.
Partîya Karkerên Kurdistanê, ji paş nemana pêvajoya aşitiyê, rastî şikestinên leşkirî yên mezin hatîye, wê karîna xweparastinê ji teknolojîya pêşketî ya cengê ya dewleta dagîrkera Tirk nîne, di her şikestinekê jî de, dibêje emê operasyona beharê, zistanê û payîzê bidin dest pê kirin, emê cengê veguhêzin nava bajarên Tirkan, emê faşîzmê hilweşînin, lê belê werzên salê derbas dibin û tu tiştek nayê dîtin.