Li Sêrtê pevçûn çêbûn û 2 Gerîla mirin
Êrîşên dewleta dagîrker ya Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê li dijî PKK’ê dewam dikin, îro li Sêrtê pevçûn derket û 2 Gerîla canê xwe winda kir.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê dest nîşan kirin, îro roja şemî 13/6/2020an, li navçeya Dihê ya Sêrtê, hêzên Cendermeyan operasyon pêknanî û pevçûn li gel Gerîlayên PKK’ê derket.
Her wiha eşkere kir, di êrîşê de ku piştigrîya asîmanî ji aliyê balefirên ceng hebû, 2 Gerîla hatin hedef kirin û her rast canê xwe ji dest dan.
Her îro roja şemî li dorberê Beytuşebaba navçeya Şirnexê, di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên navxweyî de li wê herêmê, 2 Gerîla hatibû hedef kirin.