Bi sedema PKK ê balefiran gundekê Biradost bordoman kir

Bi sedema PKK ê balefiran gundekê Biradost bordoman kir

Balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkîyê îro êrîşî navçeyeke Başûrê Kurdistanê kir û sînorê Xelêfanê hedef kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja şemî 13/6/2020an, balefirên Tirkîyê di te’qîba hereketên PKK ê de, gundê bi navê Xelêfan yê navçeya Biradost hedef kir û zirar gihandin gelê navçeyê.

Di êrîşê de ku êvara îro pêkhatîye û hinek moşek bi sînorê gund ketine, hejmareke serên pezî yên gundîyan birîndar keitne.

Li dema mehên rabûrî Partîya Karkerên Kurdistanê ji bo ku gerîlayên xwe ji êrîşên balefiran biparêze, hereketên xwe xistine nava gundên Başûrê Kurdistanê, hemwilatiyên gundên Başûr jî ji vê hengava PKK ê dilgiranin û dixwazin PKK e ji gundên wan dûr bikeve ji bo ku nekevin ber êrîşên balefiran.

Pustên heman beş