Berpirsekê din yê Partiya Karkerên Kurdistanê, îro li Bakurê wilat di êrîşeke dewleta Tirkiyê de, canê xwe ji dest da ku di lîsta daxwazkirîyan de bû.
Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê, îro roja yekşemî 14/6/2020an, hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirkiyê operasyonek li Faraşîna navçeya Hekariyê û li sînorê Amedê pêkanî û 3 Gerîlayên PKK’ê canê xwe ji dest da.
Yek ji wan Gerîlayan, berpirsekê PKK’ê bû bi navê “Ekrem Îptaş”, wî di lîsta reng pirteqalî ya dewletê de cî digirt, milyon lîre ji bo desteser kirina wî hatibûn terxan kirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kir ku “Ekrem Îptaş” di êrîşeke asîmanî de li navçeya Feraşînê hat hedef kirin.
Medya Partiya Karkerên Kurdistanê, tu zelalîyek li derbara can ji dest dana “Ekrem Îptaş” heya niha neweşandine.