Revand û soz dan malbatê zû bikujin

Revand û soz dan malbatê zû bikujin

Hejmareke çekdarên nenas kirî, îro Şervanekê Hêzên Sûrya ya Demokratîk revandin, soz jî bi malbata wî da ku wî zû bikujin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, îro roja yekşemî 14/6/2020an, hejmareke çekdarên nenas kirî, bi ser taxekê bajarokê “Alsihîl” yê rojhilata Dîrazûrê de girtin, Şervanekê HSD’ê li pêş çavên xelkî revandin.

Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin, çekdaran li wexta ku ew Şervanê HSD’ê revandin, bi malbata wî re gotin: “Soz be emê zû wî bikujin û hûnê cesedê wî werbigirin”.

Hêzên Sûrya ya Demokratîk tu agahî li derbara bûyera revandina wî Şervanê xwe neweşandine, heya niha jî nehatîye zanîn kanê ew çekdar yên tu alîyekê ne.

Pustên heman beş