Pêşmerge vê hengava girîng dixwaze

Pêşmerge vê hengava girîng dixwaze

Wezareta Pêşmerge îro daxwaz ji hikûmeta federala Îraqê kir, ser û malê hemwilatîyan li xeta temasê biparêze, ev daxwazî hemwexta êrîşa DAÎŞê li ser gundekê Kakeyî yan tê ku têde 7 kes hatine kuştin.

Terorîstên DAÎŞê li direngiyên şeva derbasbûyî, êrîşî gundekê Kakeyî yan yê girêday Xaneqînê kir, 7 kes hatine kuştin, 5 hemwilatiyên sivîl û 2 leşkirên arteşa Îraqê.

Li vê derbarê de, wezareta Pêşmerge îro roja yekşemî daxweyanî belav kir û têde daxwaz ji hikûmeta federala Îraqê kir, canê hemwilatîyan li navçeyên ku berpirsiyarîya parastina wan ji erka arteşa Îraqê ye, bi parêze.

Di beşekê daxweyaniyê de hatîye: “Em daxwazê ji hêzên Îraqî dikîn ku bê cidahîya olî, neteweyî, can û selametîya hemwilatiyên sînorê wan navçeyan biparêze ku li xeta temasê ne, li dema rabûrî me çendîn caran hoşdarî ji nebûna hêzên Pêşmerge li wan navçeyan dane û her wiha wê valahîya ewlekariyê ku li nêvbera Pêşmerge û arteşa Îraqê de heye”.

Wezareta Pêşmerge li heman demê daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku her zû komîta bilind ya wezareta berevanîya Îraqê û wezareta Pêşmerge were kara kirin, ji bo ku rê li ber talan kirina navçeyên Kurdî û te’rîb kirina gundên wan û kuştina wan were girtin.

Pustên heman beş