Korona yê nefesa Rojhilatê Kurdistanê teng kirîye “heyva mirinê bi rêve ye”
Belavbûna zêde ya vîrusa Korona li Rojhilatê Kurdistanê vê perçeya welat ber bi pêşerojek karesatbar dibe û ev yek jî ji bo pîlana dagîrkarî a rejîma Îranê vedgere.
Dixtor û bisporên tenduristîyê di vî bawer de ne awayê belavbûna vîrusa Korona li Rojhilatê Kurdistanê, vê perçeya welat ber bi karesateke însanî dibe û weha texmîn dikin ger bi vî awa berdewam be û rêkarên tenduristîyê li ber çav nehên girtin, heyva di rê de wê bibe heyva şînî û behî li Rojhilatê Kurdistanê. Bisporên tenduristîyê sîyasetên dagîrkarane ên rejîma Îranê bi sedema sereke a vê rewşê dizanin li Rojhilata Kurdistanê.
Ji ber belavbûna dubare a vîrusa Korona û bi siyasî kirina vê babetê ji aliyê rejîma dagîrkar a Îranê ve û bi kêrnehatina rayedarên vê rejîmê li himber çareser ne kirin û kontrol kirina Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê, wexte karesateke mezn rû bide.
Dixtor Îbrahîm Qadrî, cêgirê rêveberê tenduristîyê li zanîngeha pizîşkî ya “Sine” tekez kir ku rewşa Rojhilatê Kurdistanê rewşeke pirr xerab û xetere û ragihand: “li gorey rewşa niha û berçav ne girtina dûratiya dinavbera însanan, nebûna maskeyan û ne çûna nexweşan ji bo nexweşxaneyê, karesateke mezin li benda gelê Rojhilatê Kurdistanê ye”.
Li gorey axaftinê Îbrahîm Qadrî, bajarên Sine û Merîwan di xerabtirîn rewş da ne û ger bi vî awa berdewam be, meha di rê de ji bo şêniyên parêzgeha Sine, ji ber belavbûna zêde ya vîrusa Korona wê bibe meha behî û şînîî.
Belavbûna vîrusa Korona ji cureya nû bi astek weha metirsîdar li bajarê Sine zêde bûye ku êdî nexweşxaneyan şiyanên wergirtina nexweşan nemaye û ev yek bûye sedema belavbûna tirsek zêde li cem gelê Rojhilat, jiberku hejmarek zêde ji şêniyên van bajaran bi vîrusa Korona ketîne û rejîma Îranê jî rastiyan ji gel re nabêje û rewşa xerab a belavbûna zêde ya vê vîrosa li gelê Rojhilat diveşêrin.
Nexweşxaneyên Sine şiyanên wergirtina nexweşan nemane
Li bajarê Sine nexweşxaneyên: Bê’set, Tewhîd û Kewser” û her weha “yarîgeha 22 Golanê” jî ên taybetin bi nexweşên Koronayê, lê belê her hemû pir bûne û tu cîyek nemaye û xwe di nava hewşeya nexweşxaneya Tewhîd da xîvet hatîne hildan ji bo nexweşan.
Ajansên nûçeyan li Rojhilatê Kurdistanê bi veguhastin ji zardevê hinek nexweşên bi vîrusa Koronayê ketî li parêzgeha Sine ev yek ragihandiye ku dixtoran ji bo wan nivîsandiye ku pêwîste li nexweşxaneya Tewhîd a bajarê Sine bihên razandin û dema seredana vê nexweşxaneyê kirîne, bi wan re gotiye cî ji bû mayîna we tuneye pêwîste hûn herin nexweşxaneya “Kewser”, lê belê li wê nexweşxaneyê jî tu cîyek ji bo nexweşên Koronayê nîne, bi neçarî ew çûne “yarîgeha 22 Golan”ê ku weke nexweşxaneyeke tayîbete ji bo kesên bi vîrusa Korona ketî, lê belê li wê derê jî tu cîyek nemaye û bi wan re hatiye ragihandin ku xwe li mal îzole bikin, ew û bextê xwe, yan wê selamet bin yan jî vîrus wê canê wan bistîne.
Dixtor Sidîq Cedîdulîslamî dibêje, li nexweşxaneya Tewhîd em dikarîn 201 nexweşan wergirîn ku ji destpêka belavbûna Korona me ev nexweşxane taybet kir bi nexweşên Koronayê û niha me tu cîyek nemaye û şeva rabûrî jî li nexweşxaneya Bê’set a bajarê Sine hemû cî pirr bûne û niha li wê derê je tu cîyek ji bo wergirtina nexweşan nemaye.
Li parêzgeha Sine heya niha bi sedan kesan bi sedema Korona yê canê xwe ji dest daye û bi hezaran kesan jî bi vê vîrusê ketîne, şiyanên rejîma Îranê jî niha ji bo berhingarbûna vê vîrusê di asta sifrê de ye.
Piraniya şêniyên Sine daxwaza karantîne kirina vî bajarî dikin, herçend ku bas li vê yekê tê kirin û berpirsyariyên hilgirtin û sivik kirina rêkarên qedexeya çûn û hatinê li ser milên rejîma dagîrkar a Îranê ye û gel weha difkire ku rejîma Îranê bi awayek sîstematîk dixwaze kurdan bikuje jiberku di tu demekî de kurd pabendî rejîmê nebûne û hertim daxwaza mafên xwe dikin.
Rewş di asteke weha metrisîdar da ye ku xwe kesên ser bi rijêmê jî dinalin û hewar dikin, Mehdî Ferşadan nûnerê civata îslamî ya Îranê, hikûmeta Îranê bi tundî rexne dike û dibêje: “bê tu dudilîyek beşekî vê rewşa ku dirust bûye vedgere ji bo encama biryarên ne dirust û ne zansitî yên hikûmetê û beşek din vedgere ji bo pirsgirêka pêwîstiyên gel û bêkariyê li parêzgeha Sine ku gel neçar dibe ji bo bi dest xistina pêwîstiyên xwe ên jiyan kirinê kêmtir pabendî rêkarên xweparîzî û tenduristiyê bibin”.
Behmen Muradiyan, waliyê Sine, li ser rewşa nexweşên Koronayê li parêzgehê dibêje: “niha bi sedan kesan li nexweşxaneyên parêzgeha Sine hatîne razandin û 67 hezar kes jî li malên wan de hatîne karantîne kirin”.
Her weha rayedarên rejîmê li parêzgeha Îlam ragihandiye ku çidî amarên kesên bi vîrusa Korona ketî li vê parêzgehên nahên parve kirin û bi tenê amara kesên bi vîrusê ketî û qurbaniyên giştî wê ji aliyê wezareta tendirustî ya rejîmê ve hên belav kirin”.
Rewş li parêzgehên Kirmaşanê û Ormîyê jî li parêzgehên din baştir nîne û li gorî ragihandina wezareta tendirustî ya Îranê, 4 parêzgehên (Sine, Kirmanşan, Ormîyê û Îlam)ê di rewşa “Sor” dane û parêzgeha Loristan jî di rewşeke baş de nîne. Vîrusa Korona niha li hemû parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê belav bûye û li gorî amaran heya niha zêdetir ji 1000 kesan bi sedema vîrusa Korona canê xwe ji dest daye.
Ji destpêka belavbûna vîrusa Korona li Îranê û cîhanê, Rojhilata Kurdistanê jî ji vê vîrusê bêpar nebûye, lê bi hewl û tekoşînîa Dixtor û karmendên tenduristiyê û çalakvanên medenî zîyan heya radeyek baş hatin kêmkirin. Ev yek di demekî daye ku di niha de siyaseta sîstematîk a rejîma dagîrkar a Îranê di arasta vîrusa Korona de bûye sedema belavbûna zêdetir a vê vîrusê li Rojhilatê Kurdistanê û bûye sedem ku vîrusa Korona di niha de li vê parçeya Kurdistanê de rewşek karesatbar bixulqîne.
Her ji destpêka serhildana vîrusê li bajarê “Qum” ê Îranê, beşeke zêde ji melayên vî bajarî bi mebesta parastina wan hatin rewane kirin ji bo parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî hejmarek zêde a melayan li bajarên Merîwan û Quruey ê Rojhilata Kurdistanê hatin bicî kirin ku pişt re îsbat bû beşek ji wan melayan hilgirên vîrusa Korona bûn.
Her weha li bajarê Seqiz jî bi sedema vê yekê ku Îran ji ber beşdarî kirina gel di rêwresmên 22î Rêbendan û beşdarîkirin di hilbijardinên perlemanî yên vî wilatî de, haşa ji pêketina gelên Îranê bi vîrusa Korona dikir, kesekî bi sedema vîrusê canê xwe ji dest dabû lê malbata wî agahdar nebûn û rêwresmên behî û şînîî yê bû yek ji sedemên belavbûna vîrusa Korona li Rojhilatê Kurdistanê, jiberku ji bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê gel beşdarî behî û şînîî ya wan bibûn.
Paş vê yekê ji b fermana rejîma Îranê asteng hatin hilgirtin û biryar hat dayîn ku bazar û dibistan werin vekirin, ev yek jî bo sedema vê yekê ku hejmarek zêdetir ji însanan bi vê vîrusê bikevin û niha rojhilata Kurdistanê di rewşeke xerab daye, bi taybetî her du parêzgehên Sine û Kirmanşan zêdetirîn rêjeya qurbaniyan bi xwe ve girtîne û ji ber têkilya berdewam a gel ev vîrus roj bi roj pêtir belav dibe. Ya ku erka dewletê ye weke rû bi rû bûn û amade kirina nexweşxaneyan ji bo nexweşan pirr kême yan jî her tuneye û ev yek jî bûye sedema belavbûna zêdetir ya vê vîrusê û bûye metirsîyeke ciddî ji bo se jiyan û canê gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê û ev parçeya Kurdistanê ji karesateke însanî nêzîk bûye.