Îran çekên giran li ser sînorê Herêma Kurdistanê kom dike

Îran çekên giran li ser sînorê Herêma Kurdistanê kom dike

Spayê pasdarên Îranê bi behaneya encamdana operasyoneke serbazî li ser sînorên Herêma Başûrê Kurdistanê, dest bi veguhastna alav û çekên giran û topxaneyan kiriye.

Pêgeha fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Îran “Kurdistan û kurd” îro roja yekşemî 14/6/2020an di raporekê de eşkere kir “hêzên spayê pasdaran di sînorê “Kêleşînê” a ser bi bajarokê Şino û her weha sînorê bajarê bane dest bi veguhastina çekên giran weke top, katyoşa û çendîn cureyên din ên çekên giran kiriye”.

Li gorey vê raporê di salên rabûrî de çendîn caran hêzên ser bi spayê pasdarên Îranê ve bi hîceta encam dayîna operasyonên leşkirî li sînorên başûrê kurdistanê dest bi avakirina Qereqolên nû kiriye û hertim van Qereqolên nû yên leşkirî bi çekên nû û pêşketî pirr çek dike.

Pustên heman beş