PKK dixwaze gelê Êzdî ji bo pîlanên xwe bikarbîne

PKK dixwaze gelê Êzdî ji bo pîlanên xwe bikarbîne

Partîya Karkerên Kurdistanê û hêzên encûmenên girêdayî wê ku li nava başûrê wilat li dervey wilat li jêr navên cuda çêkirine, dixwaze gelê Êzdî ji bo pîlanên xwe bikarbîne, li vê derbarê de meclîsa Şengalê ya li dervey wilat bang li gelê Êzdî kir ku dakevin kolanan.

Dewleta dagîrkar a Tirk, li şeva derbasbûyî êrîşeke mezin ser başûrê kurdistanê destpêkir, 81 pêgehên PKK ê li Şengalê hedef kirin û zirarên mezin pêre xistine, PKK ji bo ku xwe bê guneh nîşanî gel bide û bibêje ku ev ne pêgehên mene hatine hedef kirin, bang li gelê Êzdî kir ku dakevin kolanan.

Meclîsa şengalê ya li dervey wilat ku bi (MŞD) tê nas kirin û girêdayî PKK ê ye, êrîşên dewleta Tirka li ser Şengalê, Mexmûrê û herêmên ku PKK bi Herêmên Parastina Medya nav dike, bang li gelê Êzdî kir ku dakevin kolanan.

Ev yek li demekê ye ku astengîya herî mezin ya gelê Êzdî li başûrê wilat PKK ye, ji ber ku heya niha bi hezaran Êzdî di kampan de mane û nikarin ji ber hebûna PKK ê li Şengalê vegerin warê xwe.

PKK dixwaze sedema bombe kirina devera şengalê bi gelê Êzdî ve têkildar bike, lê belê bi sedema hebûna baregehên PKK ê devera Şengalê û çiyayê Şengalê hatine hedef kirin.

Pustên heman beş