Balefirên ceng yên dewleta dagîrkera Tirk, îşev di te’qîba hereketên PKK ê de, aqarê gundê Kêste bordoman kir.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja duşemî 15/6/2020an û li demjimêr 9:15 şevê, balefirên ceng yên Tirkiyê, bi sedema PKK ê, aqarê gundê Kêste yê devera Berwarî Bala bordoman kir.
Her wiha dest nîşan kir, balefiran yek moşek li çemê “Reşwêle” dane ku ev cîye dikeve Bakurê aqarê gundê Kêste yê girêday navçeya Kanî Masê.
Dewleta Tirkiyê li şeva derbasbûyî 17 moşek li zinara gundê Kêste dane, ev yek bera dest pê kirina êrîşa mezina bi navê “Penc-Elho” li devera Şengalê bû.
Ji tebaxa sala rabûrî 2019an, PKK e ji bo ku xwe ji êrîşên dewleta Tirkiyê biparêze, hereketa Gerîlayên xwe xistine nava gundên Başûrê wilat, rûniştvanên gundan gazin ji PKK ê hene û dixwazin xwe ji gundên wan dûr bikin ji bo ku nebin amanca balefiran.