Li Bakur îro ji bo PKK ê rojeke reş bû

Li Bakur îro ji bo PKK ê rojeke reş bû

Partîya Karkerên Kurdistanê, 7 Gerîlayên xwe li Bakurê wilat ji dest dan, 4 jê piledar bûn û dewleta dagîrker xelat ji bo dana pêzanînan li derbara wan dest nîşan kir bû.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê eşkere kir, PKK ê di pevçûnên li gel arteşa Tirkiyê de li dawîya hefteya rabûrî, 7 Gerîla li Sêrtê û Feraşînê ji dest dane, 4 jê piledar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin, 4 Gerîlayên piledar evin:

1- Esma Efşar bi kod navê Jiyan/ lîsta pirteqalî

2- Ferîd Danişman bi kod navê Mahir Nemrûd/ lîsta gewir

3- Îsma’îl Doman bi kod navê Azad/ lîsta gewir

4- Basrî Canê bi kod navê Birosk/lîsta pirteqalî

Ku wan di lîsta daxwazkirîyan yên dewleta dagîrker de cî di girtin û xelat bi qasî milyon lîreyan ji bo dana pêzanînan li derbara wan hatibûn dest nîşan kirin.

Ev Gerîla di pevçûnên Sêrtê û Feraşînê ya navçeya Hekariyê de canê xwe ji dest dane.

Tê zanîn li vê hefteyê, piledarê PKK ê yê bi navê “Ekrem Îptaş” jî di êrîşeke balefiran de li Feraşînê hatibû armanc girtin.

Pustên heman beş