Arteşa dewleta dagîrkera Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li Heftenînê dirbên giran li PKK ê xistin, arteşa Tirkiyê ev operasyon bi navê “Penca Piling” dest pê kirine.
Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê li şeva derbasbûyî 16 ser 17/6/2020an, hêzên Komando yên arteşa Tirkiyê, derbasî navçeya Heftenînê bûn ku PKK bi herêmên Parastina Mîdya bi nav dike û bi rêya hewayî û bejahî bi dijwarî bombe kir.
Li vê derbarê de, wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê ragihand, leşkirên wan derbas bûne û operasyoneke berfireh bi navê “Penca Piling” dest pê kirine.
Li gor daxuyanyê, li şeva derbasbûyî 151 amancên PKK ê hatin hedef kirin, lê belê zirarên canî nexweyane.
Ev navçe li Heftenînê hatin hedef girtin
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, balefirên ceng, gundên: “Dişêş, Heftenîn, Rêsê, Pîrbila, Gekî pasaxa, Nizdûr” li sînorê Zaxo bombe kirine.
Arteşa Tirkiyê, li 15 vê mehê operasyoneke mezin li Başûrê Kurdistanê destpêkir, di yekem car de, 81 pêgehên PKK ê, li “Şengalê, Zapê, Avaşîn û Qendîlê” amanc kirin.
Li sala rabûrî PKK ê çendîn navçeyên Başûrê wilat ku navê herêmên Parastina Mîdya lê dike, bê ku tu şerekî bike, radestî arteşa Tirkiyê kirin, weke Xwakurkî û çiyayê Şekîf, PKK bi dehan salan di çiyayê Şekîf de cî digirt, lê belê di çend demjimêran de radest kir û nikarî tu bergiriyê jê bike, di vê operasyona Tirkiyê jî de, heman sînaryoya Xwakurk û çiyayê Şekîf wê dubare bibe û PKK ê wê hinek navçeyên din bê şer teslîmî Tirkan bike.
PKK ê ji bo gelê Başûrê Kurdistanê selmand ku amanca wê têkdana ezmûna vê perçeya Kurdistanê ye, ji ber ku êdî ew tenê behaneyan dide destê arteşa dagîrker ji bo ku were Başûr.