Balefirên ceng yên dewleta dagîrkera Tirkiyê, di êrîşa devera Biradostî de, şivanekê pez li wir hedef kir û her rast canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, êrîşên balefirên Tirkiyê 3 roje li ser baregehên PKK ê berdewam dikin, li devera Biradostî şivanekê pez ketîye ber êrîşan û canê xwe ji dest da ye.
Ev şivan, bi navê “Ebas Mexdîd” nasiyare, ew duh roja çarşemî 17/6/2020an, li navçeya “Xinêre” ya girêday devera Sîdekan ketîye ber êrîşan, cesedê wî li wir ma bû û xelkê navçeyê serê sibê ya îro ji nûve karîn ji wir rakin.
Arteşa Tirkiyê, li 15 vê mehê operasyoneke mezin bi navê “Penca Bazê” li dijî PKK ê li başûrê wilat dest pê kir, piştre bi rojekê êrîşa hewayî, pêtir ji 200 pêgehên PKK ê ketine ber êrîşan.
Bi sedema hereketên PKK ê li nêzî gundên Başûrê wilat, ji tebaxa sala rabûrî, pêtir ji 20 hemwilatiyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê, di bordomanên Tirkiyê de şehîd ketine.