Balefirên Tirkiyê aqarê gundekê Dihokê

Balefirên Tirkiyê aqarê gundekê Dihokê

Balefrên ceng yên dewleta dagîrkera Tirk, îro careke din êrîşê başûrê kurdistanê kir û gundekê sînorê parêzgeha Dihokê bombe kir.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşker kirin, îro roja pêncişemî 18/6/2020an, balefirên ceng yên Tirkiyê, 2 moşek li gelîyê bi navê “Dêra” dane ku dibe aqarê gundê bêşîlê yê girêdayî kanî masê li devera Berwarî Bala.

Herweha dest nîşan kir, ev êrîş li demjimêr 1:10 paş nîvrojê çêbûye, wexta ku balefiran te’qîba hereketên PKKê kirî.

Li gor dîmenên ji bo pêgeha “Darka Mazî” hatine şandin, domaneke pir ji sedema vê êrîşê li ciyê ku hatîye bombe kirin berz bûye.

Êrîşên dewleta Tirkiyê li ser başûrê kurdistanê ku bi sedema partîya karkerên kurdistanê PKKê ye, dema 3 rojane dijwar bûne, bi taybet paş destpêkirina operasyona mezin a hewayî û bejayî.

Pustên heman beş