PKK dîsan bo sedema şehîd kirina sivîlan li Dihokê

PKK dîsan bo sedema şehîd kirina sivîlan li Dihokê

Balefirên ceng yên dewleta dagîrkera Tirk, îro di te’qîba hereketên PKK ê de, êrîşê Başûrê Kurdistanê kir û 3 hemwlatiyên sivîl şehîd ketin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja înî 19/6/2020an, balefirên Tirkiyê li navçeya Nêrwe Rêkan û Berwarî Bala hedef kirine û bi wê sedemê 3 hemwlatiyên sivîl li nêzî gundên xwe şehîd ketin.

Hemwlatiyên ku şehîd ketine, du jê li sînorê gundê “Sîda” bi taybet li navçeya bi navê “Astenga Sîda” li devera Nêrwe Rêkan hatine hedef kirin.

 Hem wext hemwlatiyekê din li devera Berwarî Bala, li sînorê gundê “Dergela Mîsa Beg” ketîye ber êrîşan û şehîd ketîye.

Navên şehîdan evin:

1- Azad Mehdî Mem Şacî.

2- Demhat Umer Uremarî.

3- Muxlis Adem Kokerî.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, li drengiyên şeva derbas bûyî, balefirên ceng li demjimêr 12:15 moşekek li aqarê gundê Sarkê yê girêday navçeya Sersink li devera “Berê Gare” dane.

 Li serê sibê ya îro jî bi taybet li demjimêr 2:55 balefiran aqarê gundê “Bêsepê” li navçeya Şêladizê li devera Nêrwe rêkan dane.

Bera van êrîşan li roja 17/6/2020an hemwlatiyekê din jî bi navê “Emîn Selah Hesen Gêlkî” li navçeya Kanî Masê ketbû ber êrîşa balefiran û îro ji nûve xelkê cesedê wî li ser kaniya gund dîtine û ew ciye li jêr kontirola PKK ê ye.

Partîya Karkerên Kurdistanê ji bo ku xwe ji êrîşên balefiran biparêze, hereketa Gerîlayên xwe xistine nava gundên Başûrê Kurdistanê bi taybet li deverên Berwarî Bala, Nêrwe Rêkan û Şêladizê û Berê Garey, xelkê navçeyê ev karê PKK ê şermezar kirine û ew dixwazin PKK e ji gundên wan dûr bikeve ji bo ku nebin armanca êrîşan.

Pustên heman beş