Êrîşên dewleta dagîrkera Tirk li ser Başûrê Kurdistanê di domin, îşev aqarê gundekî din yê Dihok ket ber êrîşan.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îşev 19/6/2020an bi taybet li demjimêr 11:15 heya 11:35 xulek, balefirên dewleta Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de, aqarê gundekî devera Nihêlê bordoman kir.
Her wiha dest nîşan kir, navçeyên “Bin Gelî û Girkê Cihiya” ku bi aqarê gundê “Sergelê” li navçeya Dêrelok û girêday devera Nihêlê tên hesab kirin, ketin ber êrîşan.
Li gor agahiyên destê me, balefiran 2 moşek li wan ciyan dane, hêjan jî zirar nehatin eşkere kirin.
Îro roja înî, balefirên dewleta dagîrker bo cara sêyemîn gundên sînorê Dihokê dike armanc, 3 hemwlatiyên sivîl ku hemû xort bûn li nêzî gundên xwe li devera Nêrwe Rêkan û Berwarî Bala şehîd ketine, PKK e jî ji bo ku xwe ji balefiran biparêze, hereketên xwe xistine nava gundan û ev yek dibe sedema zirarên canî ji bo rûniştvanên gundên Başûrê wilat.