Heger direwên PKKê rast bin, pêwîste Kurd bi êrîşên Tirkiyê kêfxweş bin!

Armanca PKKê ji van direwan çiye? Her wek di berê de me amaje pê dayî ku PKK bi encam dayîna karek wiha, dixwaze bibe avkêşa aşê şerê dujmin, heger em ropelên girêdayî PKKê di soşyal medyayê de bi şopînin, dê wê rastiyê bînîn ku PKKê bi yek riste jî weke pirseke neteweyî bas li vê pêvajoyê nekirîye, lê belê dixwaze tenê vê êrîşê ji bo armancên rêxistin û gropên xwe bikar bîne, ji alîyeke din dixwaze navê xwe ji lîsta rêxistinên terorî îmha bke, hemwext dixwaze bi rêya meşa HDPê şikestinên xwe di rêya rizgarîxwazîya kurdan de bipeçine, herwiha dixwaze weke her car piropagindeyan li ser xwîn, mal û halê gelê başûr bke, ciwanên şoreşger ji parçeyên din yên kurdistanê li xwe kom bke û bi destê dagîrkaran bi kuştin bide. Çima sêrvîs kirina nûçeyên ne rast li derbara êrîşên Tirkiyê zirarê digihîne gelê Kurd? Dibe hinek kes bawer bikin ku PKK bi sêrvîs kirina nûçeyên ne rast weke dîmenên Heftenînê û navçeyên din ku paşmayên arteşa dagîrkar lê mane, ji bo berz kirina morala gerîlayan be, lê belê di rastiyê de du sedem hene û em dikarîn îsbat bikin ku amanca rêveberiya PKKê ji van direwan tu peywendîya wê bi gerîlayan ve nîne, sedem evin: Yek: gerîla tu yek ji wan piropagindeyên di soşyal medyayê de tên parve kirin nabîne, ji ber ku gerîla di rewşeke wiha dene ku xwe nikarin mobayîleke asayî jî bikar bînin, evca bi tu awa wê destê wan bigehe înternêtê û soşyal medyayê, ev jî bi wê wateyê tê ku amanca PKKê ji sêrvîs kirina nûçe û agahiyên ne rast girêdana wê bi berz kirina morala gerîlayan ve tuneye. Didu: dîrokê û belgeyên dîrokî tesbît kirine ku li ç demekê jiyana gerîlayan ji bo rêveberiya PKKê girîng nîne û rêveberiyê gerîla tenê weke xetîrekê ji bo helkirina agirê pîlanên xwe bikar anîne, heger bi hûrî em li vê pirsê bi nerîn, wê ji bo me pir zelal be ku qurbanî û mezlomên herî rastên siyaseta dije neteweyî ya rêveberiya PKKê gerîla ne, di qonaxên cuda yên dîroka PKKê de, bi hezaran gerîla ji bo berjewendîya rêveberên PKKê û ji bo bi cî kirina pîlanên li gel dagîrkarên Kurdistanê û dehan pîlanên siyasî yên şaş, canê xwe ji dest da ne. Parvekirina nûçeyên drew li derbara kuştina cendermeyên dagîrkarên Tirk, bera her tiştî fikra faşîst û dagîrkara Tirkan li himberî kurdan yekgirtî û radîkaltir dike, ev nûçe dibin sedem ku gelê Tirk bi hemû hêz û şiyanên xwe piştgiryê bidin hengavên hikûmeta Erdogan yên dagîr kirina beşeka herî mezin ya xaka Başûrê Kurdistanê. Lojîk dibêje me, hebûna derzekê li nava nasiyonalîzma Tirk weke neteweyeke ser dest li Tirkiyê çi bi sedema jêr pê kirina demokrasiyê be yan rewşa xirab ya abûrî û civakî be, di berjewendîya neteweya Kurd ya jêr dest da ye, PKK bi weşandina van nûçeyên ne rast, destê xwe li ser ciyê herî hesas yê nasiyonalîzma Tirkan danaye û ji Tirkan re dibêje, kurd rojane yê bi dehan ciwanên hewe qetil dikin, ev jî dibe sedem ku tex û çînên civaka Tirkan hev helwest bin û wê derza li nava xwe de pir bikin, bi gotineke din li dijî kurdan yek bigirin. Heger dengekî nerazî bi sedema rewşa abûrî ya xirab ya Tirkiyê û mezaxtinên herî zor yên êrîşên Tirkiyê li ser PKKê hebe jî, PKK bi van nûçeyên ne rast wan dengan bêdeng dike û wan jî têxe pal hikûmeta faşîst a Enqerê. Hemwext em di bînin ku kurd hemû hewlekê wan heye ji bo ku bandorê li civaka rojavayî û wilatên zilhêzên cîhanê bike, ji bo ku di hewara Kurdistanê werin, lê belê weşandina van nûçeyên drew yên pêgeh û ropelên PKKê û bi çendîn zimanên cîhanî, bûne sedem ku caddeya Ewropa, Amerîka û Rojava bi giştî bi goman li rastîya van hewil û daxwaziyên kurdan binêrin. Bi sêrvîs kirina nûçeyên direw, PKK rastiyan berze dike û kurdan weke direwîn li pêş çavên civaka navdewletî pêşan dide, mezlomiyeta kurdan kêm wêne dike û Tirkên dagîrkar weke mezlom û xwedî heq nîşan dide, caddeya rojava wiha kirîye ku bibêjin: madem kurdan hêz heye û dikarin bergiryê ji xwe bikin, çima em wlatên xwe û berjewendiyên xwe bixin jêr xetereyê. Ya rast tu hêvyek ji rêveberên PKKê nayê dîtin ku li şûna ew fikir li nûçeyên nerast bikin, fikrekî rast li wan ziraran bikin ku di pirsa netewexwaziya kurdî da dihên dayîn, lê belê me hêvî hene ku rewşenbîrên kurd, ciwan û kesatiyên neteweyî ku destê wan digehe dest rêveberên PKKê hemû hewlên xwe bi kar bînin ji bo ku ev siyaseta şaş û direw rast bikin, ew siyaseta bingeha xwe ji îmraliyê werdigire û digehe Qendîlê û domana wê diçe çavê gelê kurdistanê û rizgarîxwazên kurd. Xwezî direwên PKKê rast ban û rojane bi hezaran kes ji arteşa Tirkiyê hatiban qetil kirin Xwezî direwên PKKê rast ban û rojane hezaran kes ji arteşa Tirkiyê hatiban qetil kirin, xwezî direwên PKKê rast ban û Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê bi wî awayê hov ne hatiban dagîr kirin, xwezî direwên pêş niha yên PKKê rast ban û li Bakurê Kurdistanê şûnde ne vekşîyaban û ev karê wan tektûk baye û biryara Îmraliyê û lawaziya leşkirî nebaye, xwezî PKKê bawerî bi mafê serixwebûna yek car ya nîştîmanê Kurdan û serxwebûna Kurdistanê hebaye û xuyna van hemû ciwanan ji bo berjewendîya dagîrkaran ne hatiba rêştin, xwezî û hezar xwezî gerîla û endam û alîgrên PKKê li şûna radîkal bûnê bi awayekî lojîkî siyaset, gotar û biryarên rêxistnê helsengandiban û li merema rastîn ya rêveber û Serukanî ya sereke ya biryaran"îmraliyê" têgihiştiban.

PKK rojane bi drew dehan qomando yên Tirkan dikuje û erebeyên wan têk dişkîne

Li demekê Kurdistan li himber xetere ya dagîrkarîyeke nû ye û dagîrkaran statoya wê bi top, tank û xaînan dorpêç kirîye û ber bi ketinê palan lê dixin, herweha kurd hawar dikin ku dengê mezlomîyeta xwe bigihînin cîhanê, lê belê PKK ku sedema sereke yê vê nehametîyê ye, dest bi sêrvîs kirina nûçeyên ne rast kirîye, bi direw rojane ew dehan Cendirme û qomando yên Tirkan dikuje û erebeyên wan têk dişkîne, bi kurtî heger ev direwên PKKê rast bin, pêwîste hemû kurd bi vê êrîşa Tirkiyê kêf xweş bin, ji ber ku arteşa Tirkiyê bi lingên xwe hatîye ber destê gerîlayan ji bo ku werin kuştin.

Li destpêkê pêwîste bas li rastîyekê bikîn ku her kurdekê bi serketina Cengawerên Kurd li himber arteşa dagîrkar kêf xweşî nebe, pêwîste ew gomanê li Kurd bûna xwe bike û weke di edebîyatên Kurdî de hatî, ev kes bi “kurdekî xwe firoş” hatine nav kirin.

Lewma eva ku di vê nivîsê de heye, nahêt wê wateyê ku em dixwazin serketinên gerîlayan berze bikîn, lê belê pêwîste em di hişyar bin ku nûçeyên ne rast û berevajî kirina rastiyan, pir caran zirarê bi doza neteweya me digihîne û dibe sedema winda kirina xwîna wan xort û ciwanên kurd ku canê xwe ji bo rizgarî û serbaziya kurdistanê, feda kirî.

Her wek hûn dizanin, êrîşên dewleta dagîrkera Tirk li ser başûrê wilat, bi hênceta hebûna PKKê, li rojên rabûrî dest pê kir, êrîşa hewayî bi navê “Penca Bazê” û ya bejayî bi navê “Penca Piling”, tenê di 48 demjimêran de, 5 hemwilatiyên sivîl şehîd ketin, bijlî şewata bi rez û baxên gel ketî ku çavkaniya jiyara wane, gel rastî tirs, ne rehetî û nehametîyê hatîye, serwerîya xaka wilat bê rumet kir, êrîş kerameta neteweya kurd hedef dike û amanc jê ji nav birina take perçeya azad a Kurdistanê ye.

Av kêşa aşê dujmin

Em di rewşeke wiha da ne ku aşê şerê dagîrkaran hinek maye hestên me bihêre û hewlên her kurdekî dilsoz hene ku dengê mezlomîyeta neteweya xwe ji xetera dagîrkarîyeke nû li ser xaka wilat bigihîne cîhanê, lê belê PKK ku sedema sereke ya vê nehametîyê ye, bi sêrvîs kirina nûçe û agahiyên bi goman ve mijûle, ew vê ji bo berjewendîya rêxistna xwe dike, bi gotineke din bûye avkêşa aşê dujmin.

Wexta mirov serdana ropelên girêdayî PKKê dike, yan di soşyal medyayê de ropelên wan bi berçav dikevin, mirov wiha hest dike ku arteşa Tirkiyê bi destê xwe gorên xwe kolane, lê belê wexta mirov rastîya van agahîyan lekolîn dike, eşkere dibe ku ev nûçe ser û bin direwe û ne rastin, belku ev malper wiha sawîlke û bê mêşkane direwan di nivîsînin ku bi hinekî lêgeranê derdikeve ku ev dîmen yên bûyerên berê ne û pir caran derdikeve ku ne yên Kurdistanê jî ne.

Weke dukomênt ji bo vê nivîsê, emê hinek ji wan dîmenan parve bikîn ku li rojên rabûrî alîgir û medya PKKê wiha parve kirine ku yên êrîşa vê dawyê ya Tirkiyê ne û têde behsa serketina PKKê dike, emê dîrok û ciyê van dîmenan jî li ser binivîsînin ji bo ku xwandevanên birêz bikarin di înternêtê de sêrç bikin û bigihin rastiyê.

Armanca PKKê ji van direwan çiye?

Her wek di berê de me amaje pê dayî ku PKK bi encam dayîna karek wiha, dixwaze bibe avkêşa aşê şerê dujmin, heger em ropelên girêdayî PKKê di soşyal medyayê de bi şopînin, dê wê rastiyê bînîn ku PKKê bi yek riste jî weke pirseke neteweyî bas li vê pêvajoyê nekirîye, lê belê dixwaze tenê vê êrîşê ji bo armancên rêxistin û gropên xwe bikar bîne, ji alîyeke din dixwaze navê xwe ji lîsta rêxistinên terorî îmha bke, hemwext dixwaze bi rêya meşa HDPê şikestinên xwe di rêya rizgarîxwazîya kurdan de bipeçine, herwiha dixwaze weke her car piropagindeyan li ser xwîn, mal û halê gelê başûr bke, ciwanên şoreşger ji parçeyên din yên kurdistanê li xwe kom bke û bi destê dagîrkaran bi kuştin bide.

Çima sêrvîs kirina nûçeyên ne rast li derbara êrîşên Tirkiyê zirarê digihîne gelê Kurd?

Dibe hinek kes bawer bikin ku PKK bi sêrvîs kirina nûçeyên ne rast weke dîmenên Heftenînê û navçeyên din ku paşmayên arteşa dagîrkar lê mane, ji bo berz kirina morala gerîlayan be, lê belê di rastiyê de du sedem hene û em dikarîn îsbat bikin ku amanca rêveberiya PKKê ji van direwan tu peywendîya wê bi gerîlayan ve nîne, sedem evin:

Yek: gerîla tu yek ji wan piropagindeyên di soşyal medyayê de tên parve kirin nabîne, ji ber ku gerîla di rewşeke wiha dene ku xwe nikarin mobayîleke asayî jî bikar bînin, evca bi tu awa wê destê wan bigehe înternêtê û soşyal medyayê, ev jî bi wê wateyê tê ku amanca PKKê ji sêrvîs kirina nûçe û agahiyên ne rast girêdana wê bi berz kirina morala gerîlayan ve tuneye.

Didu: dîrokê û belgeyên dîrokî tesbît kirine ku li ç demekê jiyana gerîlayan ji bo rêveberiya PKKê girîng nîne û rêveberiyê gerîla tenê weke xetîrekê ji bo helkirina agirê pîlanên xwe bikar anîne, heger bi hûrî em li vê pirsê bi nerîn, wê ji bo me pir zelal be ku qurbanî û mezlomên herî rastên siyaseta dije neteweyî ya rêveberiya PKKê gerîla ne, di qonaxên cuda yên dîroka PKKê de, bi hezaran gerîla ji bo berjewendîya rêveberên PKKê û ji bo bi cî kirina pîlanên li gel dagîrkarên Kurdistanê û dehan pîlanên siyasî yên şaş, canê xwe ji dest da ne.

Parvekirina nûçeyên drew li derbara kuştina cendermeyên dagîrkarên Tirk, bera her tiştî fikra faşîst û dagîrkara Tirkan li himberî kurdan yekgirtî û radîkaltir dike, ev nûçe dibin sedem ku gelê Tirk bi hemû hêz û şiyanên xwe piştgiryê bidin hengavên hikûmeta Erdogan yên dagîr kirina beşeka herî mezin ya xaka Başûrê Kurdistanê.

Lojîk dibêje me, hebûna derzekê li nava nasiyonalîzma Tirk weke neteweyeke ser dest li Tirkiyê çi bi sedema jêr pê kirina demokrasiyê be yan rewşa xirab ya abûrî û civakî be, di berjewendîya neteweya Kurd ya jêr dest da ye, PKK bi weşandina van nûçeyên ne rast, destê xwe li ser ciyê herî hesas yê nasiyonalîzma Tirkan danaye û ji Tirkan re dibêje, kurd rojane yê bi dehan ciwanên hewe qetil dikin, ev jî dibe sedem ku tex û çînên civaka Tirkan hev helwest bin û wê derza li nava xwe de pir bikin, bi gotineke din li dijî kurdan yek bigirin.

Heger dengekî nerazî bi sedema rewşa abûrî ya xirab ya Tirkiyê û mezaxtinên herî zor yên êrîşên Tirkiyê li ser PKKê hebe jî, PKK bi van nûçeyên ne rast wan dengan bêdeng dike û wan jî têxe pal hikûmeta faşîst a Enqerê.

Hemwext em di bînin ku kurd hemû hewlekê wan heye ji bo ku bandorê li civaka rojavayî û wilatên zilhêzên cîhanê bike, ji bo ku di hewara Kurdistanê werin, lê belê weşandina van nûçeyên drew yên pêgeh û ropelên PKKê û bi çendîn zimanên cîhanî, bûne sedem ku caddeya Ewropa, Amerîka û Rojava bi giştî bi goman li rastîya van hewil û daxwaziyên kurdan binêrin.

Bi sêrvîs kirina nûçeyên direw, PKK rastiyan berze dike û kurdan weke direwîn li pêş çavên civaka navdewletî pêşan dide, mezlomiyeta kurdan kêm wêne dike û Tirkên dagîrkar weke mezlom û xwedî heq nîşan dide, caddeya rojava wiha kirîye ku bibêjin: madem kurdan hêz heye û dikarin bergiryê ji xwe bikin, çima em wlatên xwe û berjewendiyên xwe bixin jêr xetereyê.

Ya rast tu hêvyek ji rêveberên PKKê nayê dîtin ku li şûna ew fikir li nûçeyên nerast bikin, fikrekî rast li wan ziraran bikin ku di pirsa netewexwaziya kurdî da dihên dayîn, lê belê me hêvî hene ku rewşenbîrên kurd, ciwan û kesatiyên neteweyî ku destê wan digehe dest rêveberên PKKê hemû hewlên xwe bi kar bînin ji bo ku ev siyaseta şaş û direw rast bikin, ew siyaseta bingeha xwe ji îmraliyê werdigire û digehe Qendîlê û domana wê diçe çavê gelê kurdistanê û rizgarîxwazên kurd.

Xwezî direwên PKKê rast ban û rojane bi hezaran kes ji arteşa Tirkiyê hatiban qetil kirin

Xwezî direwên PKKê rast ban û rojane hezaran kes ji arteşa Tirkiyê hatiban qetil kirin, xwezî direwên PKKê rast ban û Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê bi wî awayê hov ne hatiban dagîr kirin, xwezî direwên pêş niha yên PKKê rast ban û li Bakurê Kurdistanê şûnde ne vekşîyaban û ev karê wan tektûk baye û biryara Îmraliyê û lawaziya leşkirî nebaye, xwezî PKKê bawerî bi mafê serixwebûna yek car ya nîştîmanê Kurdan û serxwebûna Kurdistanê hebaye û xuyna van hemû ciwanan ji bo berjewendîya dagîrkaran ne hatiba rêştin, xwezî û hezar xwezî gerîla û endam û alîgrên PKKê li şûna radîkal bûnê bi awayekî lojîkî siyaset, gotar û biryarên rêxistnê helsengandiban û li merema rastîn ya rêveber û Serukanî ya sereke ya biryaran “îmraliyê” têgihiştiban.

Pustên heman beş