Herku diçe êrîşa dewleta dagîrkera Tirk li ser Başûrê wilat dijwar dibe, PKK jî pêtir xwe nêzî gundan dike û bi vê sedemê, bi awayekî sîstimatîk gund û ciyên ku gelê sivîl têde ne dikevin ber roketên balefiran.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşker kirin, îro roja duşemî 22/6/2020an, dewleta Tirk êrîşeke din ya hewayî li sînorê parêzgeha Dihokê encam da û sînorê navçeya Şêladizê bombe kir.
Êrîş li demjimêr 2:30 serê sibê ya îro pêkhat, wexta ku balefiran di te’qîba hereketa PKK ê de, 2 roket li navçeya “Nava Gerê” li çiyayê Korejar yê aqarê gundê “Bêsepî” girêday navçeya Şêladizê da ne.
Li gor agahiyên destê me, zirarên vê êrîşa hewayî nehatin dest nîşan kir, lê belê tirseke herî zêde li cem gelê navçeyê çêbûye û zirar gihane rez û baxên wan.
Îro 7 roj li ser dest pê kirina êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê derbas dibin, heya niha 5 hemwilatyên sivîl şehîd ketine, 3 jê li navçeya Şêladizê bûn.