Lihevhatina “Hakan Fîdan û Mistefa Kazimî” li dijî Başûrê Kurdistanê

Lihevhatina"Hakan Fîdan û Mistefa Kazimî" li dijî Başûrê Kurdistanê

Dewleta Tirkiyê jêr bi jêr lihevhatinek li gel ser wezîrê nû yê Îraqê Mistefa Kazimî kirîye, ev lihevhatin “bikaranîna PKK ê ye ji bo lawaz kirina pêgeha Kurdistanê”.

Li gor agahiyên herî taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, Hakan Fîdan serokê sazîya îstixbarata dewleta Tirkiyê “Mît”ê li roja 11/6/2020an, Serdana Bexda ya paytexta Îraqê kirîye û dû civînên nihênî li gel Mistefa Kazimî ser wezîrê nû yê Îraqê û Falih Feyaz, şêwermendê encûmena ewlehîya neteweyî Îraqê pêkanîne.

Pêgeha “Darka Mazî” karî naveroka nîqaş û lihevhatina van civînan bi dest xwe bixe û li gor wê, pîlaneke din ya qirêj li dijî Başûrê Kurdistanê hatîye darêtin.

HAKAN FÎDAN DI CIVÎNA DI GEL KAZIMÎ DE EV DAXWAZÎ KIRBÛN:

  • Razîbûna Îraqê ji bo lêdana PKK ê li Başûrê Kurdistanê.

  • Îraq kordînat anku cih û mekanên herêmên PKK ê bide Tirkiyê bi taybet li navçeyên Şengalê û Mexmûrê.

Mistefa Kazimî li ser van herdu xalan razî bûye û niha Îraq li ser du xetan vê erkê bi cî tîne, ya yekem alîkarîya Tirkiyê dike û ciyên PKK ê ji bo Tirkiyê eşkere dike, ya duyan jî bi awayekî hevalbendîya xwe li Şengal û Mexmûrê li gel PKK ê berdewam dike ji bo ku nekeve jêr gomanê.

Her li vê derbarê de hikûmeta Îraqê demek pir dirêje mûçeyên hejmareke herî zêde ya Gerîla û rêvebrên PKK ê ji bo dabîn dike bi taybet ewên li qadên Şengalê û Mexmûrê.

Hakan Fîdan û Mistefa Kazimî lihev kirine ku PKK ê weke behaneyhk bi kar bînin ji bo ku Başûrê Kurdistanê lawaz bikin û bi wê yekê, hikûmeta Başûr di nîqaş û lihevhatinên li gel Îraqê de daxwazîya tu îmtyaz û mafan neke.

Dewleta Tirkiyê bi 4 rojan paş serdana Hakan Fîdan ji bo Bexdayê, êrîşa ser Başûrê Kurdistanê dest pê kir û li şeva 15/6/2020an navçeyên Şengalê û Mexmûrê hedef kirin û pêtir ji 81 ciyên PKK ê îmha kirin.

PKK e jî ji bo ku xwe ji wan êrîşan biparêze bi awayekî sîstmatîk xwe nêzî gund û bajarokên Başûrê wilat dike ji bo ku bibin navçeyên serbazî û ew gund werin valan kirin, ev yek jî çêbû ku ji 15 vê mehê ve 18 gundên Başûr bi temametî hatine vala kirin.

Bi sedema pevçûnên PKK ê û arteşa dewleta Tirkiyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê, heya niha pêtir ji 450 gundan hatine vala kirin.

Bi heman awayî lihevhatineke bi heman awayî li navbera Îraqê, Îranê û PKK ê de ji bo navçeyên sînorî yên Rojhilata û Başûrê Kurdistanê heye û «Darka Mazî» wê li demeke nêz horgiliyên wê lihevhatinê jî parve bike.

Pustên heman beş