Êrîşa dewleta Tirk li ser Partiya Karkerên Kurdistanê li Başûrê wilat dewam dike, zirar pirin lê belê PKK e dibêje me dijmin sizadayî ye.
Li gor agahiyên destê me, di 24 sa’etên rabûrî de, pevçûnên PKK ê û dewleta Tirk li çendîn ciyên Başûrê Kurdistanê hebûn, hem wext êrîşên hewayî, 6 Gerîla canê xwe ji dest da ne.
Li herêmên Zapê, Avaşîn û Basiyan êrîşên hewayî pêkhatine û li heftenînê hinek tonêlên PKK ê hatine îmha kirin.
Li gor medyaya Tirkiyê, ji destipêka êrîşa 15î vê mehê ve, bi dehan Gerîlayên PKK ê hatine berteref kirin, lê belê çapemenîya HPG ê dibêje: me dijmin siza dayî ye û tu agahiyên zelal li derbara zirarên canî yên Gerîlayan nabêje.
Ajansa ANF ya PKK ê, dîmenên çalakiyên Gerîlayan yên salên rabûrî bi awayekî berfireh di weşîne û wan weke çalakiyên nû bi nav dike, lê ya rast cenga Heftenînê ya ku demeke PKK e bas lê dike di esas de ew navçe li rojên rabûrî di navbera çend sa’etan de ketîye destê djimin û PKK e şûnde zivirîne.